Endamên PE’yê serdana Nobeta Azadiyê kirin
Hin parlementerên li bajarê Straasbourg ê Fransayê bi boneya rûniştina yekemîn a Parlamentoya Ewropayê ya sala 2025’an, serdana çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo kirin.
Hin parlementerên li bajarê Straasbourg ê Fransayê bi boneya rûniştina yekemîn a Parlamentoya Ewropayê ya sala 2025’an, serdana çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo kirin.
Endamên PE’yê serdana Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo û bidawîkirina tecrîdê dewam dike, kirin.
Endamên Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Pernanda Barrena Arza, Sebastian Everding û Leila Chaibi û ji Koma Tifaqên Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Andreas Schieder beşdarî serdanê bûn.
Nûnerê Konseya Ewropayê ya Partiya Demokratîk Fayik Yagizat û aktivîsta siyasî ya navneteweyî Sarah Glynn di serdanê de amade bûn.
Di axaftinên serdanê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo sembola aştiyê ye û ji bo ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê bi awayekî tendurist pêş ve biçe divê azad bibe.
Ji Partiya Xweşiya Mirov, Hawirdor û Sewalan a Elmanyayê û endamê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Sebastian Everding diyar kir ku Kurd bi salan in rastî cihekariya binyatî mane û wiha got: “Kurd bi dehan sal in ji mafê bikaranîna zimanê xwe û jiyankirina çanda xwe bêpar hatin hiştin. Azadiya wan a derbirînê hate astengkirin û rastî sirgûn û girtinên kêftî hatin.”
Everding anî ziman ku divê ev bêedaletî were bidawîkirin û wiha got: “Wê bibe nîşaneyekî bihêz ku destûrê bidin ku peyama aştiyê ya Abdullah Ocalan ji parlamentoya Tirk re bê ragihandin. Lê divê Tirkiye jî amade be ku alî biguherîne. Parastina mafên kêmnetewan li Yekîtiya Ewropayê xwedî cihekî girîng e. Divê birêz Erdogan fêm bike ku bêyî parastina van kêmenetewan deriya ku diçe Yekîtiya Ewropayê girtî bimîne.”
Sarah Glynn ku nûnertiya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dike, bal kişand ser dema xeternak a ku Tirkiye di nava de ye. Glynn destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo muzakereyên aştiyê amade ye.
Glynn îşaret pê kir ku divê di pêvajoya aştiyê de tevlîbûneke siyasî ya berfireh hebe û diyar kir ku peyamên Rêber Apo ji bo pêvajoya çareseriyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Di serdanê de hate gotin ku ji bo pêşeroja Tirkiye û herêmê divê hikûmeta Tirk li şûna dewamkirina şer, bi gelê Kurd re di nava aştiyê de bixebite. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo û tevlîbûna wî ya li pêvajoya azadî û aştiyê banga piştevaniya navneteweyî hate kirin.