Jina ciwan a di êrîşa li ser Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jina ciwan Ronîz Mihemed Elî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 15ˋê Çileyê ya li dijî gelê li Bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ragihand ku welatiya bi navê Ronîz Mihemed Elî ya ku di êrişa 15ˋê Çileyê ya li dijî berxwedêrên Bendava Tişrînê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker di 15ˋê Çileyê de yekser berxwedêrên li Bendava Tişrînê nobedarî dikirin bombebaran kiribû, di encamê de karkerê tenduristiyê Omer Hesen û hev du hevjîn Hêza Mihemed û Edhem Elî, endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a kantona Firatê Osman Îbrahîm şehîd bûbûn û 19 sivîl jî, di nav de xwendekar Ronîz Mihemed Elî, birîndar bûn. Îro jî Ronîz Mihemed Elî li yek nexweşxaneyên Kobanê gihîşt asta şehadetê.