Pradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo Swîsriyan vegotin
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê ku 9’ê Sibatê starta wê hate dayîn, îro li bajarê Solothûrnê bû.
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê ku 9’ê Sibatê starta wê hate dayîn, îro li bajarê Solothûrnê bû.
Bi armanca nasandina pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibatê hatibû destpêkirin li gelek welatan digere.
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku 9’ê Sibatê starta wê li Lozan a Swîsreyê hate dayîn, îro li Solothûrnê bû. Pirtûkxaneya gerok a li bajarê Solothûrne geriya li qada 1’ê Gulanê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin.
Di pirtûkxaneya gerok de berhemên parêzname, broşur û berhemên din ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan li xwe digire.
Di çarçoveya pirtûkxaneya gerok de aktivîstên jin, têkildarî komploya navneteweyî, tecrîda û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Swîsreyî agahdar kirin.
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ wê 15’ê Sibatê li bajarê Bernê be.