Polîsên Elmanyayê kesekî bi kêr kuşt

Polîsên Elmanyayê li bajarê Gelsenkîrchenê kesekî bi kêr kuşt. Hate ragihandin ku ev kes hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.

Li gorî polîsan kesekî li bajarê Gelsenkîrchenê bi ‘objeyekê’ li wesayîta polîsan ket û piştre bi ‘objeyê’ êrîşî polîsan kir.

Li gorî daxuyaniyan polîsan kêr di destê vî kesî de bûye. Piştî hişyarkirinan vî kesî dev ji êrîşê berneda, polîsan jî li vî kesî dan. Hate îddîakirin ku kesê hatiye kuştin 37 salî ye û dema êrîş kiriye, gotiye ‘Allahû Ekber.’

Li Elmanyayê di sala 2016’an de kesekî ji Tûnûsê bi kamyonê ketibû bazara Noelê û di vê êrîşê de 12 kes miribûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girtibûn.

Hefteya borî roja Înê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye kesekî bi kêrê êrîş kiribû. Vî kesî kesek kuştibû û du kes jî birîndar kiribû. Polîsan piştre li vî kesî dan.