Polîsê Mawda gule kir wê ji cînayeta ‘bêqestî’ bê darezandin

Polîsê ku li Belçîkayê sala 2018’an gule li wesayîta ku koçber li nav bû reşand û bû sedema ku zaroka keç a Kurd Mawda jiyana xwe ji dest bide, wê ji ‘cînayeta bêqestî’ bê darezandin.

Edaleta Belçîka ji bo keça Kurd Mewda ya ku ev nêzî du sal in di rojevê de ye biryar da.

Polîsê ku bû sedema mirina Mewda wê li dadgeheke ceza bi ‘cînayeta bêqestî’ bê darezandin. Ev biryar roja 8’ê Tîrmehê li dadgeha Mans di rûniştineke ji çapemeniyê re girtî hate standin.

Parêzerê dozê Benkhelîfa ku di meha Hezîranê de li ser dozê ji ANF’ê re axivî bû gotibû: “Dozger bûyerê weke cînayeteke bêqestî pênase dike. Em daxwaz dikin ku weke cînayeteke bi qestî ji nû ve bê pênasekirin an jî bi awayekî bêqestî bûna sedema mirinê, weke biqestî gulereşandin û birîndarkirinê bê girtina dest.”

Keça Kurd Mawda 17’ê Gulana 2018’an di nava wesayîteke koçber ku ber bi Qiraltiya Yekbûyî ve diçû dihate şopandin, di enama gulereşandina ji ber şopandinê de ji serê xwe gule xwaribû û jiyana xwe ji dest dabû.