Polîsan xwest îfada Şakar bigirin, dixtoran ew asteng kirin

Hate ragihandin ku li bajarê Krefeld a Elmanyayê Ûgûr Şakar ê ji bo li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir, rewşa wî giran e.

Rewşa Şakar giran e û hate ragihandin ku serdana dixtoran hatiye astengkirin. Dîsa hewldana îfadegirtinê ya ji aliyê polîsan ve ji aliyê dixtoran ve hate astengkirin.

Kurdistaniyên li Dûîsboûg û derdorî wê dijîn, ji bo agahiyekê di derbarê Şakar de bigirin ber xwe dan Ûnfalklînîk Dûîsbûrgê kirin.