Platforma  Azadî ya Katalûnya êrîşên dewleta Tirk protestokirin

Endamên Platforma Azadî ya Katalûnya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Mexmûrê, dîsa gefên li ser Rojava li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi çalakiyeykê protestokirin.

Bi pêşengtiya Platforma Azadî ya Katalûnya bi tevlîbûna zêdetirî 50 kesî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan, Mexmûr û gefên dagirkeriyê ya li ser Rojava li pêşiya Sefartexnaeya Tirk çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin. Her wiha di çalakiyê de belavokên bi zimanê Spanî û Îngilîzî hatin belavkirin. 

Di belavokên hatin belavkirin de ev hate gotin: “Şoreşa Rojava bûye hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Êrîşên li ser Rojava tê wateya êrîşên li ser hemû gelên bindest, dîsa tê wateya êrîşa li ser hemû kesên ji bo wekheviyê têkoşînê dikin.”

Herî dawî hate gotin ku wê ji Katalûnya heta Rojava wê tevlî berxwedana gel û şoreşgerî bibin.

Platformê anî ziman ku wê çalakiyên wan cihêreng bidomin.