PJAK: Em ji her rewş û bûyerê re amade ne

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî bal kişand ser tevlîheviya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got, projeyeke çareseriyê ya Îranê ya ji bo gelan nîne. Mûînî got, "PJAK ji bo gelan xwedî projeya çareseriyê ye."

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî anî ziman ku li Îranê ji derveyî PJAK’ê ti aliyek xwedî proje nîne û got “Armanca me ya esasî azadiya gelan e.”

Mûînî bûyer û pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji Şarpressê re nirxand.

‘PJAK JI BO SIBEROJA ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ KAR DIKE’

Mûînî bal kişand ser çareseriya pirsgirêkê û parastina rewa û got: “Çareseriya pirsa Kurd bi parastina rewa ya ji bo berjewendiyên gel e. Hêzên parastin, rêxistina civakî û gerîlayên me her roja çûye xwe bi hêz kiriye. Têkoşîna hêzeke şoreşgerî qonax û pêngavên cuda li xwe digire ku nirxandin û encamên baştir jê bê girtin. PJAK hemû xebat, rêxistin û amadekariyan ji bo siberoja Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike. PJAK li herêmê yekan e hêze ji bo her bûyer û pêşketinên heyî xwedî plan û çareseriyê ye.

Tu desthilata dagirker û dîktator heta heta namînin, her rojek wê hilweşin. Em PJAK xwedî ezmûn û tim li ser mekanîzmayên çareseriya pirsa gelê xwe ya li Kurdistanê û herêmê ne. Xwedî plan û projeyên stratejik û karûxebatên me li ser hizra azadiyê ye. Ji bo çareseriyê diyalogê baştir e ji şer û operasyonên leşkerî, lê divê diyalog du alî be, li ser esasên rast û durist bin, berovajî vê encam nîne. Ji bo hemû bûyeran rêxistinkirina xwe xurtir dikin, her wiha ji bo rêxistinkirina civakê jî têkoşînê dikin. Em rêveberiya xweser a di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk dixwazin.”

‘KURD DIVÊ TIM AMADE BE; PÊŞENGTIYÊ BIKE’

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî anî ziman ku divê Kurd xwe ji bo her tiştî amade bike ku bikare pêşengtiyê ji bo azadî û her pêşketinên li Kurdistan û Îranê rû didin, bike û ev nirxandin kir:

“Projeya eniya Kurdistanî projeya PJAK bû ku piştî kongreya 5’an ku hatibû parvekirin. Ev proje ji 10 bendan pêk hatibû. Hinek saziyên Rojhilat, dîsa welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ber zextên PDK’ê yên astengdar rê nedan ku bereyek yekgirtî bi hêz bê avakirin. Her mirovek azadîxwaz û bi şeref dizane PDK li gel dewleta Tirk a dagirker e. Li gorî berjewendiyên Tirkiye û Îranê dixebite. Ev proje li gel neteweyên din ên Îranê belav bû, heta astek di warê pratîkî de kar hate kirin û hê jî dewam dike.”

Mûînî destnîşan kir ku rojane li Îranê bi hezaran welatî ji ber zext, nebûna derfetên jiyan û sîstema heyî ya desthilatê dadikevin qadan û daxwaza heqê xwe dikin û got: “Em jî alîkarî didin hêz û aliyên li ber dîktatoran radibe.”

‘ÎRAN BÊ PROJE YE’

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî bak kişand ser projeyên çareseriyê ya PJAK’ê û wiha domand: “Heta niha ti proje û çareseriyek komara Îslamî ya Îranê ji bo çareserkirina pirsa gelan li Îranê nîne. Mebesta Îranê parçekirina hêzên Rojhilat e, dixwaze wan hêzan li dijî hev sor bike.”

‘BI HEVKARIYA ÎSTIXBARATÊ ÊRÎŞ TÊ KIRIN’

Mûînî qala êrîşên li ser herêmên wan jî tê kirin kir û wiha pêde çû: “Îran û Tirkiye bi hev re bi hevkariya îstixbaretî û operasyonên hewayî dijî her Kurdeke azad li ku derê be tê kirin. Ev yek jî bi rêya hinek aliyan tê kirin. Bi taybet di vê mijarê de Barzanî li gel dagirkerên Kurdistanê cih girtiye û dîrokek wê ya xayîntiyê heye. Bi hevkariya wan hinek hevalên têkoşer ên me di encama êrîşên esmanî de şehîd bûn. Ev jî eger xwefiroş û noker nebin, wê nikaribin vî tiştî bikin.

‘NE ALIYEK HEMÛ HEDEF IN’

Komara Îslamê hîz û partiyekê nake hedef, tenê Kurd be bes e. Ji bo têkbirina aliyên Kurdan siyaseteke cuda cuda bikar tîne. Armanca PJAK’ê azadî û rizgariya gel e. Li ber hemû astengiyan jî têdikoşe. Em li dijî hemû alî û dîktatorên li ber azadiyê dibin asteng in.”

‘ARMANCA ME AZADÎ YE’

Herî dawî Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî anî ziman ku ew hêza parastinê ne û got: “Em hêza parastinê ne, lê ku her gava êrîşek li ser me hate kirin em ê xwe biparêzin. Hêzên me xwe pêş xistiye û di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û çalakiyên leşkerî de xwe bi hêz kiriye û xwedî ezmûneke xurt e. Em girêdayî azadiyê ne, ji bo azadiyê têdikoşin û armanca me jî serketin e.”