Piştevaniya li Kurdan îstîxbarata Elman tirsand

Saziya îstîxbarata navxwe ya Elmanyayê Rêxistina Berevaniya Destûrê rapora 2019'an aşkere kir, siyaseta krîmînalîzkeirina saziyên Kurdan domand. Teşkîlatê piştevaniya aktivîstên Elman a bi Kurdan re kire hedef û got, ''Elmanya di hedefa MÎTê de ye''.

Saziya îstîxbarata navxwe ya Elmanyayê Rêxistina Berevaniya Destûrê rapora 2019'an li paytext Berlînê duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkere kir. Serokê rêxistinê Thomas Haldenwang û Wezîrê Karûbarê Navxwe Horst Seehefer jî li daxuyaniya çapemeniyê hazir bûn. Di dxuyaniyê de derbarê sazî û organîzasyonên ku ''ji hêla ewlehiya navxwe ve taloke'' têne dîtin, çavdêrîkirin, agahî hatin parvekirin.

Di raporê de ya 377 rûpelî li gel ku ti xebatên fermî yên PKK'ê li Elmanyayê nînin û ji 1993'yan û vir ve qedexe li ser heye jî 13 rûpel ji bo PKK'ê hate veqetandin. Peyamên domandina siyaseta krîmînalîzsyona tevgerên Kurdistanî hate dayin.

'PKK LI ELMANYAYÊ HÊZA XWE DIDOMÎNE'

Di raporê de PKK bi sernavê ''Rêxistinên radîkal ên biyanî yên ne Îslamî û gefê li ewlehiyê dixwin'' hate dayin û hate gotin rêxistin weke salên din, 2019'an jî hêza xwe parastiye. Di raporê de hate gotin hijmara 'endam, alîgir'ên PKK'ê yên li Elmanyayê weke 2018'an 14.500 e, her wiha balê dikişîne ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê.

Îstîxbaratê diyar kir li ser êrîşên Tirkiyê piştevaniya komên şoreşger ên Elman û aktivîstên Elman ên li gel Kurdan zêde bûne, bi êrîşên 9'ê Cotmeha 2019'an re çalakiyên protestoyê yên li Elmanya hatin kirin bi berfirehî hatin rêzkirin. Her wiha hate gotin piştî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava piştevaniya navxwe ya Kurdan jî zêdetri bûye, derbrê 4 şoreşgerên Elman ên ku di nav refên HPG'ê û YPG/YPJ'ê de şehid bûne agahî da.

'KURD TEVLÎ BÛYERÊN TUNDIYÊ NEBÛNE'

Di raporê de hate diyarkirin piştî êrîşên Tirk ên li ser Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevlîbûna nav PKK'ê ya ji Elmanyayê zêdetri bûye û wiha hate gotin: ''Tevlîbûna nav PKK'ê carinan rasterast, bêyî ku têkiliyek bi PKK'ê re were danîn pêk tê. Ev kes seyahatan organîze dikin û li qada têkoşînê ya ku çûnê bi dildarî tevlî nav yekîneyên xwecih dibin.'' Her wiha tê gotin di tevlêbûna nav PKK'ê de û di çalakiyan de yên li Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan xwedî faktoreke girîng e.

Her wiha tê gotin di çalakiyên Kurdistaniyan de yên li Elmanyayê ti bûyera tundiyê çênebûye, çend caran bûyer çêbûne û ev jî bi provakasyona komên nîjatperest ên Tirk çêbûne.

Di rapora îsal de dîsa medyaya Kurd kirin hedefê, balkêş e ku îstîxbarata Elman li ser medyaya Kurd eynî zimanê bi kar tîne.

'MÎT BI XEBATÊN XWE DIXWAZE KARÎGER BE'

Di raporê de her wiha li ser xebatên MÎT'a Tirk a li Elmanya jî tespît hebûn. Di raporê de hate gotin MÎT ji bo ku desthilata Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdodan biparêze bûye aparata ewlehiyê, îstîxbarata Tirk li Elmanyayê carinan aşkere agahiyan berhev dike û carinan jî xebatên sîxûriye dike.

Di raporê de hate gotin Elmanya di hedefa MÎT'a Trk de ye û ji bo xebatên îstîxbarata Tirk saziyên Tirk û konsolosxane têne bikanîn.

Di raporê de her wiha tê gotin zêdebûna saziyên Tirk bi kêrî MÎT'ê tên û hate diyarkirin, ''MÎT bi van xebatan dixwaze karîger be. Her wiha MÎT l Elmanyayê hewl dide ku bandorê li ser pêvajoyên biryarstndinê be, hewl didee ku li ser qadên siyaset, aborî, artêş û cîhana zanistanê îstîxbararê kom bike.''