‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Zurîhê ye
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku her sal bi rasthatina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bo pradîgmaha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî bide nasîn ketiye ser rê, gihişte Zurîh a Swîsreyê.
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku her sal bi rasthatina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bo pradîgmaha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî bide nasîn ketiye ser rê, gihişte Zurîh a Swîsreyê.
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ a 9’ê Sibatê ji Lozan a Swîsreyê start destpê kir îro gihişte Zurîhê. Kurdistaniyan li Rathaûsbruckê pirtûkxane pêşwazî kirin.
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ji berhem, pirtûk, parêzname û burşorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. Di çarçoveya plansaziyê de welatiyên Swîseyî tên agahdarkirin.
Dayika Îsmîhan Ok a 70’ê salî cihê xwe di çalakiyê de digire ji ANF’ê re axivî,
Dayika Ok diyar kir ku îro bi destê Erdogan komplo bi tecrîd, êrîşên li Kurdistanê hemû ji bo şikandina vîna gelê Kurd e. Dayika Ok got: “Çi bikin bila bikin nikarin vîna gelê Kurd bişkînin.”
Li 13’ê Sibatê wê li sê bajaran li dijî komployê çalakî bên kirin.
Di daxuyaniyên li er navê TJK-E û CDK-S de hate kirin, banga tevlîbûna çalakiyên li dijî êrîşên li ser Garê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.
‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê’ wê 15’ê Sibatê li bajarê Bern a Swîsreyê dawî li çalakiya xwe bîne.