‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê’ li Montpellîerê ye

‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, îro gihişte Montpellîerê.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya duh li bajarê Marsîlya di saetên sibê de dest bi tûra xwe kiribû piştî Marsîlya bi rêzê ve çû Nîce, Dragûîgan, Margnane û di saet 16:00’an de jî gihişte Montpellîerê.
Li standa ku di saetên sibê de li Dragûîgane hate danîn pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û belavkirin. Pirtûkxaneya gerok piştre ber bi Marîgnaneyê ve kete tevgerê, piştre jî berê bi Avîgnonê kete rê herî dawî jî gihişte Montpellîerê.
Pirtûkxaneya gerok wê sibe biçe Toûloûse û Bordeaûxê.