'Pirtûkxaneya Rêbertî' li Toulouseyê ye

Pirtûkxaneya gerok ku ji bo fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide naskirin hatî avakirin, gihaşte bajarê Toulouse ya Fransayê.

Çalakiya Otobêsa pirtûkxane ku li ser ''Ji Ocalan re azadî' hatî nivîsîn 14'ê Sibatê li Marsîlayayê hatibû destpêkirin.

Pirtûkxaneya gerok li gihaşte bajarên li başûr Toulouse. Beriya niha dema ku çûbû Nîce, Draguîgnan, Marîgnane û Motpellîer bi dilgermî hatibû pêşwazîkirin. 

Otobês Sêşemê saet 11:00'an gihaşte Toulouse. Di priûkxaneyê de ku li meydana bajêr sekinî têkildarî komploya 15'ê Sibatê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdarî hate kirin.

Di çalakiyê de her wiha ji bo kampanyaya ''100 sedem'' ji bo darizandina dîktatorê Tirk Recep Tayyîp ku tevgera jinên Kurd dabû destpêkirin, îmze hatin berhevkirin.

Di çalakiyê de ku pirtûkên Ocalan têne nasandin, nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê, Meşa Jinê Cîhanê û Partiya Antîkapatalîst a Nû jî hazir bûn. Di axaftinan de ji bo Rêberê Gelê Kurd azadî hate xwestin.

Otobês piştre wê biçe Bordeauxê.