‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê bû

Ji bo ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re were naskirin, ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê ya li Hollandayê bû.

Ji bo ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re were naskirin, ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li bajarên Ewropayê digere. Pirtûkxaneya gerok vê carê li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê bû.

Di çalakiyê de standa pirtûkan hate vekirin û ji bo Abdullah Ocalan agahdarî hate kirin.

Di heman demê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyên ji Neteweyên Yekbûyî re wê were şandi, hatin îmzekirin.

Derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hate xwendin û êrîşên dagirker a li ser Garê jî hate şermezarkirin.