‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Parîsê digere
“Pirtûkxaneya Rêbertî” ya ku ji paradîgma, parêzname û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê bide naskirin, li Parîsa paytexta Fransayê dest bi gera xwe kir.
“Pirtûkxaneya Rêbertî” ya ku ji paradîgma, parêzname û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê bide naskirin, li Parîsa paytexta Fransayê dest bi gera xwe kir.
“Pirtûkxaneya Rêbertî” ya ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo li raya giştî ya Ewropa bide nasandin ku her sal weke çandekê tê lidarxistin, îro baskê Parîsê li Qada Natîon destpê kir.
Pirtûkxaneya ku ji Qada Natîon dest bi tevgerê kirî, piştî ku di nava bajêr de turek berfireh avêt, seat 14:00’an gehişte Qada Rêpûblîqûeyê.
Li Qada Rêpûblîqûeyê, berga yekem a Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Fransî û belavokên cuda hatin parvekirin.
“Pirtûkxaneya Rêbertî” ku dîsa seat 16:00’an ji Qada Repûblîqûeyê dest bi tevgerê kirî, piştî gera seatekê ya nava bajêr, bernameya xwe ya îro bi dawî kir.