‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Den Haagê bû
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî ya Ewropayê bide naskirin îro jî li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bû.
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî ya Ewropayê bide naskirin îro jî li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bû.
Pirtûkxane di destê sibehê de li pêşiya Îstasyona Centraal a Den Haagê hate bicihkirin.
Derbarê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdê agahdarî hate kirin û standa ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ hate vekirin.
Siyasetmedar Hozan Botan li standê axivî û got “Em ji komplogeran re eşkere dikin. Em ê li dora Ocalan bibin xeleka ji agir.”
Botan bal kişand ser êrîşên li ser Garê û diyar kir berxwedana li Garê li Dêrsim, Serhed, Efrînê jî heye.
Wê çalakî sibê li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê were domandin û di 15’ê Sibatê de jî li Mûseûmpleînê be.