Pîrozbahîya 15 Tebaxê li Helsînkiyê
Kurdên Fînlandiyayê, bi boneya pêngava vejîna gelê Kurd 15’ê Tebaxê pîrozbahî lidarxist.
Kurdên Fînlandiyayê, bi boneya pêngava vejîna gelê Kurd 15’ê Tebaxê pîrozbahî lidarxist.
Pîrozbahî li komeleya NCDK’yê bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê bû. Sînevizyon li ser Pêngava 15 Tebaxê û destpêka şerê çekdarî yê li dijî mêtingeriya li Kurdistanê hat nîşandan û bi dûv re axaftin li ser wateya rojê hatin kirin. Pîrozbahî bi stranên şoreşgeriyê û gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.
Piştre, şêrînahî û xwarina ku gel anîbû hat xwarin û pîroz bi govend û muzîkê dewam kir.