Peymana li ser Şengalê li Bîelefeldê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Bîelefeldê ji bo peymana li ser Şengalê ya 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî îmzekirin protesto bikin, daketin qadan.
Kurdistaniyên li Bîelefeldê ji bo peymana li ser Şengalê ya 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî îmzekirin protesto bikin, daketin qadan.
Bi banga meclîsên gel ên Osnabrûck û Mûnsterê yên Bîelefeldê, di seat 14:00’an de li ber gara Trena Navendî ya Bîelefeldê mitîngek hate lidarxistin.
Di mitîngê de bal kişandin li ser çalakiya greva biçûbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtina Leyla Guven.
Di mitîndê de Hevserokê Kon Medê Tahir Koçer axivî. Koçer teqez kir ku wê heta dawî xwedî li Yekitiya Netewî û Tevgera Azadiya Kurd derbikevin.
Koçer anî ziman ku ew peymana di navbera hikumetên PDK û Iraqê de qet qebûl nakin.
Di mitîngê de li dijî dagirkeriyê axaftin hatin kirin û belavok belav kirin. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” bidawî bû.