Peyama li Strasboûrgê: Divê em hemû li ber xwe bidin!

Nûnerên gelek saziyan tevlî mîtînga li dijî tecrîdê bûn û Leyla Guven silav kirin.  Di mîtîngê de hate diyarkirin ku tecrîd sûcê mirovayetiyê ye.

Mîtînga ku li pêşiya Parlementoya Ewropayê hate lidarxistin bi tevlêbûna nûnerên gelek saziyan pêk hat. Di mîtîngê de parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, nûnerê CÎK’ê Mele Kasim û nûnerê MLKP’ê Huseyîn Yeter axivîn.

BEŞTAŞ: DIVÊ GELÊ KURD DENGÊ XWE ZÊDE BIDE BIHÎSTIN

Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser tecrîdê û got ku, “Di vê pêvajoyê de divê em dengê xwe bidin bihîstin. Divê êdî gelê Kurd jî wekî gelên din werin naskirin. Îro 274 hevalên me tevî Leyla Guven di greva birçîbûnê de ne. Em jî li ba wan in û em diyar dikin ku tecrîd sûcê mirovayetiyê ye. Divê Konseya Ewropayê û CPT li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.”

MLKP:PEYWIRA ME EV E KU EM HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Li ser navê MLKP’ê jî Huseyîn Yeter axivî û got ku, “Divê em berxwedana grevên birçîbûnê li her qadê geştir bikin. Peywira me ev e ku em heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê li ber xwe bidin.”

CÎK: DI ÎSLAMÊ DE LI DIJÎ ZILMÊ BERXWEDAN HEYE

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Kasim jî bal kişand ser vî tiştî ku di Îslamê de li dijî zilmê berxwedan heye û ew piştgiriya çalakiyên li dijî tecrîdê dikin.

Hate ragihandin ku ji ber dengdaneke li Parlementoya Ewropayê hin parlementer nekarîne tevlî mîtîngê bibin û ji ber vê jî peyam şandine.

Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.