Peyama ji bo hikûmeta Danimarkayê: Demildest xwedî li Rojava derkevin

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê li hev civiyan û ev bang li hikûmetê kirin, “Demildest xwedî li Rojava derkevin.”

Kurdistanî û dostên wan ên li Danimarkayê di saetên zû yên siharê de li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê li hev civiyan, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Apo mîtîngek lidaraxistin.

Mîtîng bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin.

‘RABÛNA LI DIJÎ KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK ERKA MIROVAHIYÊ YE’

Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew 50 sal in ji bo azadî, aştî û çareseriyê diqîrin û êrîşên dagirkerî û tecrîda Îmraliyê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Heta ku Rêbertiya me azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin, em ê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Di berdewamiya axaftinê de hate diyarkirin ku divê her kes û bi taybet Kurd divê li dijî qirkirinê berpirsyarî bigirin û wiha hate gotin: “Li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de gelekî tê dîlgirtin, her curê polîtîkayên qirkirin û jenosîdê tên kirin. Erka her kesî yç mirovahî û neteweyî ye ku li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekine.”

Di axaftina li ser navê PYD’ê ya bi zimanê Kurdî û Danmarkî de wiha hate gotin: “Jiyanîkirin û xwedîderketina li Rojava erka lezhîn a raya giştî ya navneteweyî ye. Peyama me ji bo hikûmeta Danimarkayê, hemû saziyên mirovî û demokratîk û rayedarên navneteweyî; divê bi lezgînî xwedî li Rojava derkevin.”

Serdar Benlî ê li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst a Danimarkayê (SF) mafê axaftinê girt, diyar kir ku partiya wan her tim wê li gel Rojava bin û êrîşên Erdogan û çeteyên wî şermezar kir.

SONDERGAARD: SEDEMA BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ NAYÊ FAMKIRIN

Li ser navê koma Partiya Yekîtiyê Parlamenterê Enhedslistenê (Partiya Koalîsyonê ya Kesk û Sor) Søren Søndergaard jî axaftinek kir û got:

“Hefteya borî piştî hilweşîna rejîma Esad, dema ku me dîmenên mehkûmên ku bi salan di girtîgehên Sûriyeyê de rastî êşkenceyê hatine dîtin, me baweriya xwe ya ji bo mirovahiyê winda kir. Bi heman awayî piştî me bêdengiya cîhanê ya li hember êrîşên komên cîhadîst ên li ser Rojavayê jî dît, me guman ji mirovahiya xwe kir.”

‘EM Ê PIRSYARNAMEYÊ PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTOYÊ BIKIN’

“Em bi tu awayî bêdengiya raya giştî ya cîhanî ya li hember êrîşên li gelê Rojavayê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe feda kirin, fam nakin. Ji bo şikênandina vê bêdengiyê, wek Partiya Koalîsyonê ya Kesk û Sor (Enhedslisten) em îro li kêleka Kurdan in. Çawa ku em duh li kêleka Rojavayê bûn, ji niha û pê de jî em ê li ber milê wan bin.”

Parlamenter Søndergaardê diyar kir ku ew ê di civîna xwe ya 17’ê Kanûnê de ku dê li Parlamentoya Danîmarkê bê kirin, derbarê Rojavayê de pirsyarnameyê pêşkêş bikin.

Çalakî piştî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Dîktator Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Hevgirtina Navneteweyî” bi dawî bû.