Pêngava 15’ê Tebaxê li Strasboûrgê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û dostê wan, salvegera 39’emîn a Pênava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û dostê wan, salvegera 39’emîn a Pênava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li Strasboûrgê û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozabî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.
Di axaftinên pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna gerîla ya ku di serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) hatiye destpêkirin, berxwedana herî girîng a dîroka Kurdistanê derxistiye holê.
Di axaftina nûnerekî Kurd de li ser wate û girîngiya rojê hat gotin ku ji HRK’ê heta ARGK’ê, ji ARGK’ê heta HPG’ê têkoşîna gerîla bûye profesyonel û li dijî kolonyalîzmê têkoşîneke dîrokî ya 40 salan daye.
Di axaftinê de 15’ê Tebaxê li gelê Kurd û gelên bindest hat pîrozkirin.