Pêngava 15’ê Tebaxê li Dortmûndê hate silavkirin

Ciwanên Kurd yên li Dortmûndê dijîn, bi meşekê Pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin û êrîşên dagirkeriyê û tecrîda Îmraliyê protesto kirin.

Ciwanên Kurd bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê daketin qadan û di çarçoveya kampanya “Werîn Cenga Azadiyê” de meşiyan. Di meşê de ciwanan alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG û YPG‘ê hildan. Ciwanan di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

Ciwanan di meşê de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha ciwanan anî ziman ku di rojên dawî de êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava zêde bûne û gotin: “Em ê li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker timî li qadan bin û têkoşînê bilind bikin.“

Meşa ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.