PEN’a Sydneyê qetilkirina rojnamevanên Kurd bi tundî şermezar kir
PEN’a Navneteweyî ya Sydneyê qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi tundî şermezar kir.
PEN’a Navneteweyî ya Sydneyê qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi tundî şermezar kir.
Nûnertiya PEN’ê ya Awûstralyayê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov de 2 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşa 23’yê Tebaxê ya li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê pêk hat de kedkarên şîrketa ÇATR’ê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 xebatkarên çapemeniyê jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku rayedarên herêmî dewleta Tirk ji vê êrîşê berpirsyar dibînin û daxuyand ku piştî du rojan Wezareta Parastinê ya Tirk berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û qetikirina rojnamevanan bi awayekî neyekser, qebûl kir.
PEN’a Sydneyê da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan, nivîskar û aktîvîstan xwedî dîrokeke dirêj e û diyar kir ku azadiya ramanê tê tepisandin, rojnamevan tên girtin, êşkencekirin û qetilkirin. Her wiha qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi tundî şermezar kir û xwest ku berpirsyar bên cezakirin.
Çapemeniya navneteweyî û saziyên mafên mirovan jî bertek nîşanî qetilkirina rojnamevenan da. Dîrektora Giştî ya UNESCO'yê Audrey Azoulay xemgîniya xwe anî ziman û banga lêkolîneke berfireh kir.
Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanan a Îngilistanê û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî bang li hikûmetên Tirkiye û Iraqê kirin ku ji bo dîtina sûcdaran lêpirsîneke lezgîn bidin destpêkirin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku divê Tirkiye hesab bide.