Pêkanînên hikûmeta Fransa ya li ser Kurdan protesto kirin

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa, li dijî pêkanînên îdarî yên hikûmeta Fransa demê dawî li ser aktivîstên Kurd didin pêkanîn, çalakiyek hate kirin.

Li dijî hikûmeta Fransa ya ku hebûna malî ya 12 aktivîstên Kurd da sekinandin, li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir Kurd hatin ba hev û daxuyaniyek dan.

Li ser navê CDK-F’ê Agît Polat daxuyanî da û got: “Komele û xebatên Kurdên li Fransa dijîn, qanûnî û legal in. Hikûmeta Fransa li ser berjewendiyên siyasî û abirî hesabên 12 aktivîstên me yên Kurd dane sekinandin, pêkanînên wan ên îdarî şermezar û protesto dikin.”

Seroka Komeleya Fransa-Kurdistan Lylvîe Jan a di çalakiyê de amade, diyar kir ku pêkanîn û zextên li ser xebatên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk qebûl nakin û banga guherîna vê helwestê kir. Sylvîe Jan got: “Kurdên ku li Rojava weke leheng tên pênasekirin, em qebûl nakin ku li Fransa bên krîmînalîzekirin.

Jan diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên Erdogan ji bo aştiya li Rojhilata Navîn bi Kurdan re tevger bê kiri, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.