Pascale Martîn a Femînîst: Em li pişt Leyla Guven in

Seroka Les Femmes Solîdaîre Dordogne Pascale Martîn got ew heyrana berxwedana Kurdan e û domand, ''Em destekê didine  greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Em dizanin êdî hatiye rojên taloke.''

Seroka Lles Femnes Solîdaîre (Hevgirtina  Jinan) û her wiha Endama Desteya Rêveber a Fransayê Pascale Martîn ku tevlî mîtînga destekdayinê ya Leyla Guven a Parîsê bûyî, ji ANF'ê re axivî.

'EM HATIN ROJÊN TALOKE!'

Martîn got, ''Em destekê didin berxwedana jinên Kurd, nexasim a ku Leyla  Guven didomîne. Em dizanin ku êdî em hatine rojên taloke'' û domand:

''Ji mêj ve pişta Kurdan digirin, nexasim a jinên Kurd ku bi enerjiyeke zêde şer dikin. Em hêvî dikin ku bihevrebûna me wê tiştan biguherîne.

Di civîna Rêveberiyê ya Les Femmes Solîdaîre de helwesteke mezin hebû li dijî wê ku zarok, jin, mirov bi şertên ku qebûlkirina wê ne pêkan e, têne girtin. Ne pêkan e ku mirov tiştekî neke. Ji hêla dî ve jî di vî şerê wêrek ê Leyla de, talokeya jiyanê heye.

Divê hin tişt biguherin û ez heyranê Kurdan im, heyranî berxwedana wan a li dijî dîktatoriya Erdogan im.''

'EM Ê DI NAV BERNAMEYÊN GELÊ KURD DE CIH BIGIRIN'

Martîn got, ew destekê didin greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê jî got, ''Hê tam nehatibe diyarkirin jî em hewl didin plansaziya serdanekê bikin. Lê ji niha ve bi hemû hîsên xwe em diyar dikin ku em li cem wan in. Em ê têkiliya xwe bi Kurdan re bidomînin, di hemû bernameyên wan de em ê li cem wan bin.''

Martîn got Seroka France-Kurdistanê Sylvîe Jjan ji bo ku nameyê bişîne gritiyen polîtîk pêşniyara kampanyayê kiriye û got, ''Di vê xebatê de tişta ku dikeve ser me em ê bikin.''