Partiya Komunîst a Fransa serdana çalakvanan kir
Berpirsyareke ya Partiya Komunîst a Fransa (PCF) serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê hatiye destpêkirin kir û peyamên piştgiriyê da.
Berpirsyareke ya Partiya Komunîst a Fransa (PCF) serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê hatiye destpêkirin kir û peyamên piştgiriyê da.
Ji PCF’ê Yasemîn Chadlîe serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir, bal kişand ku divê piştgiriya enternasyonalîst bê zêdekirin.
Chadelîe got: “Em partî daxuyanî da. Ya herî girîng me diyar kir ku divê Fransa Erdogan şermezar bike û têkiliyên xwe qût bike. Ya duyemîn jî divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bû.”
Chadlîe ya got: “Em piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê, piştgiriya xwe ji bo wan tînin ziman” wiha pêde çû: “Ji beriya niha di êrîşa Efrînê de me piştgirî kiribû. Ji bo hestyarkirinê ji bp piştgirîkirin me daxuyanî da û bi gel re civîn çêkir. Parlementerên me hene, piştgiriya Kurdan ya kirina rojevê didomîne. Ji bo mafê mirovan têkoşîna me dewam dike. Em dixwazin daxwaza xwe ya azadiya Ocalan nîşan bidin.”