Partiya Karker a Swêd: Êrîşa li ser Kurdan nayê qebûlkirin

Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêd diyar kir ew êrîşa li ser Kurdan qebûl nakin û her wiha êrîşa li ser nûnerên Parlamentoya Swêdê jî ti ti awayî qebûl nakin.

Desteka ji bo 13 wekîlên Partiya Karkera a Demokratên Sosyal, ku ji ber ji parlamentoyê xwestibûn mafê diyarkirina çarenivîsê ya Kurdan nas bike AKP'ê kiribû hedefa xwe, zêdetir dibe.

Piştî ku rêxistinên civaka sivîl desteka xwe ji bo Sultan Kayhan, Serkan Kose, Roza Guçl Hedîn û Kadir Kasirga nîşa da, ku bi taybetî AKP'ê û medyaya wê ev nav kiribûn hedef, li ser navê hevkarê koalîsyonê ya Swêdê Partiya Karker a Sosyalên Demokratîk, Serokê Komîsyona Karê Derve ya Parlametoyê ya partiyê Kenneth G Forslûng û Sekreterê Karê Navnetewî yê Partiyê Johan Hassel daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de êrîşa medyaya AKP'ê ya li ser parlamenteran hate destnîşankirin û hate gotin, ''Medyaya alîgirê rejîmê ji ber ku polîtîkaya demokrat a sosyal li parlamentoyê kirin êrîş anî ser wekîlên demokrat ên sosyal. Ev nayê qebûlkirin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî Erdogan ê ku her diçe otorîter dibe demokrasiya sosyal Swêde bi HDP'ê û CHP'ê re piştevan e.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em qebûl nakin ku Tirkiye êrîşê bibe ser Kurdan û êrîşên dubare yên li ser herêmên Kurdan qebûl nakin. Em mafên Kurdan, Xiristiyanan û yên kêmaran diparêzin. Em dixwazin ku girtiyên polîtîk, nûçegihan û aktivîstên demokrasiyê werin berdan û pergala hiqûqê serbixwe be.''

Her wiha hate gotin ,''Em ti caran qebûl nakin ku li ser nûnerên ku gel ew ji bo Parlamentoya Swêdê hilbijartine zext were kirin û gef li wan were xwarin. Demokrasiya sosyal a Swêde li pişt kesên dilxwazên guherîna demokratîk e.''