Partiya desthilatdariyê ya Skoçyayê: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin

SNP a ku li Skoçyayê desthilatdar e bang kir ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hevdîtinên aştiyê dîsa werin destpêkirin.

Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) bal kişand ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê divê doza Kurdan bi aştiyane were çareserkirin û SNP jî mafên Kurdan diparêze.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye û têkiliyên wên yên bi Kraliyeta Yekgirtî baş e lê e nayê wateya ku pirsgirêkên derbarê mafên mirovan û ewlekariyê neyê dîtin.

TECRÎD DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE

Di daxuyaniyê de ji Wezareta Karê Derve hate xwestin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe  bila bang bike û hate gotin, “Ocalan ji 20 salan zêdetir e di bin tecrîdê de ye, ev li dijî peymanên navneteweyî ye yên ku Tirkiyeyê jî ew îmze kiriye û ev tecrîd cezayekî derveyî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê Wezareta Karê Derve ya Kraliyeta Yekgirtî diyar bike ku Ocalan nûnerekî Kurdan e û hate bibîrxistin ku berê jî di vî warî de gelek name hatine şandin.

SNP ji bo serxwebûna Skoçyayê têdikoşe ya ku di nav Kraliyeta Yekgirtî de yek ji welatekî otonom e. Li Parlementoya Brîtanyaya Mezin jî ji nav 55 kursiyên ji Skoçyayê 49 kursî yên SNP’ê ne.