Partiya Çep: Ji bo Guven hewl bidin

Heyetek ji Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê û heyetek ji parlamenterên federal ên Partiya Çep li hev rûniştin. Parlamenteran diyar kirin ku ji bo Leyla Guven divê tavilê hewl bê dayin.

Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê, li ser grevên birçîbûnê, gefên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê/Bakurê Sûriyeyê dixwe û hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê bi partiyên siyasî yên Elman re hevdîtinan dike.

Heyeta HDP'ê, piştî hevdîtinên bi Partiya Keskan û Partiya Sosyal Demokratan, doh danê êvarê bi komek ji parlamenterên Partiya Çep re hevdîtin kir. Ji Partiya Çep, Alîkarê Serokê Komê Tobîas Pflueger, parlamenterên federal Andrej Hûnko, Heîke Haensel, Gokay Akbûlût, Hêlîn Evrîm Sommer, Ûlla Jelpke û Dîether Dehm tevlî hevdîtinê bûn.

Di heyeta HDP'ê de jî parlamenterên berê Ziya Pîr, Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp, ji Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê Sînan Onal û Mûhammet Kaya hebûn. Nûnerên Weqfa Rosa Luksembûrgê jî tevlî hevdîtinê bûn.

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di hevdîtinê de ragihand ku siyasetmedarên HDP'yî yên li sirgûnê dest bi seferberiyê kirine û got, "Weke ku hûn jî ji nêz ve dişopînin, greva birçîbûnê ya hevala me Leyla Guven kete roja 71'ê û ev yek asta krîtîk e. Êdî bi zehmetî tiştan vedixwe, nikare parêzer û hevalên xwe bibîne."

Sariyildiz işaret bi daxwazên Guven kir û got, "Daxwaza xwe ya sereke, li ser Birêz Ocalan e ku gelê Kurd wî weke îradeya xwe dibîne. Piştî hevdîtina Ocalan a bi birayê xwe re, em tenê zanin ku sax e." Sariyildiz bal kişand ser rola Ocalan a di pêvajoya aştî û çareseriyê de û got, eger diyalog bi Rêberê Gelê Kurd were kirin, wê bi kêrî destpêkirina pêvajoyeke wiha bê.