Partiya Çep: Divê em alî Kurdan bikin; wan ewlehiya me pêk anîn

Li Parlamenta Swêdê, mijara DAÎŞ'iyên welatiyên Swêdê yên di destê QSD'ê de ne hate nîqaşkirin.

Li ser rewşa DAÎŞ'iyên welatiyên Swêdê yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne li Parlamenta Swêdê nîqaş hate kirin.

Berdevka Polîtîkaya Edaletê ya Partiya Çep Linda Westerlund Snecker di rûniştina parlamentê de got, "Wan ewlehiya me pêk anîn Niha jî der barê çeteyên DAÎŞ'ê yên di girtîgehên Kurdan de ne, divê em bersivê bidin daxwaza wan a ji bo alîkariyê."

Bi navê Partiya Demokratên Swêdê Adam Marttinen axivî û diyar kir, daxuyaniyên hikumetê yên li ser DAÎŞ'iyan nîşan dide ku DAÎŞ'î wê dernekevin pêşberî edaletê.

SWÊD DIXWAZE LI DADGEHA NAVNETEWEYÎ WERIN DARIZANDIN

Wezîrê Karên Hundir Mimael Damberg anî ziman, piştî ku xelîfetiya DAÎŞ'ê têk çû, pirsên 'rê û rêbazên bicihanîna edalet û ewlekariyê' derketiye pêşiya Swêdê û tevahiya dinyayê. Damberg diyar kir, Swêd alîgirê wê yekê ye ku bi hevkariya bi welatên din re dadgeheke navneteweyî bê avakirin û DAÎŞ'î li wê dadgehê bên darizandin. Her wiha anî ziman, ji bo krîmînalîzekirina têkiliyên bi rêxistinênt erorê re, qanûneke nû ya li dijî terorê di rojevê de ye.

Johan Forsell ku li ser navê partiya muxalefeta sereke Moderat Partiyê axivî, hiqûmet sûcdar kir û got, ji bo DAÎŞ’iyên ku ji Iraqê û Sûriyê vegeriyane, di dema wê de tevdîrên hewce nehatine standin û ev ji bo Swêd bûye rîsek.

Partiya Lîberal û Partiya Navendî jî rexne li hikûmetê anî, ji ber sedema ku yasayên nû yên terorê bi derengî xistiye.

 ‘DAÎŞ LI DIJÎ HER KESÎ GEFEK E’

Parlamentera Partiya Çepgir Lînda Westerlûng Snecek jî got DAÎŞ karîkatûrê çanda tundiyê ya meran e ku her tiştî bi azadî û bê asteng dike amûra desthilatê û got, ‘’Sûcê şer, kuştin û tundî nikare were qebûlkirin. Ên ku sûc kirine divê lêpirsîna wan were kirin, werin darizandin û cezakirin. Ne girîng bê ka çi sûc kirine. Ti kesê ku çûyî wir û ji bo Dewleta Îslamê şer kirî, piştî ku tecawiz kirî, komkujî kirî, dive nikaribe were Swêdê yan jî welatekî dî bi rehetî bigere.’’

 ‘DIVÊ EM DESTEKÊ BIDIN BAKURÊ SÛRIYÊ’

Sneceker got Partiya Çepgir bi rêveberiya demokratîk re ya Kurdan ya li Rojava hevkariyê dike û got, ‘’Hêzên Kurdan bi Dewleta Îslamê re ku niha hatiye sînordarkirin têkoşiya. Wan berevanî li me kir. Niha jî dema ku Kurd ji bo endamên Dewleta Îslamê alîkariyê dixwazin divê em vê bikin. Em dixwazin ji bo ku Bakurê Sûriyê ji nû ve were avakirin û ji bo alîkariya mirovî, destekê bidin.

Snecker her wiha got DAÎŞ’î divê li dadgeheke navnetewî ya li Swêdê yan jî herêma Kurdan were darizadin.

Skencker got a herî rast ew e ku DAÎŞ’î li Swêdê werin darizandin û got, heke werin berdan wê di ser Tirkiyê û Yewnanîstanê re bikaribin werin Ewropaye û çalakiyên terorê bikin.

DAÎŞ’IYÊN KU VEGERIYAN NEHATINE DARIZANDIN

Li gorî daneyên Polîsên Ewlehiyê yên Swêdê (Sapo) nêzî 300 cîhadîst çûne Sûriyê û Iraqê, tevlî nav refên rêxistinên terorê yên mîna DAÎŞ’ê, El Nûsra bûne. Ji van nîvî jê vegeriyan. Ji yên ku vegeriyane heta niha kesek ji wan nehatine darizandin.

Texmîn ew e ku nêzî 40 endamên DAÎŞ’ê yên welatiyên Swêdê ji hela QSD’ê ve bi saxî hatine girtin, an jî radestî QSD’ê bûne.