Partiya Çep banga têkoşîna hevpar li SPD û Keskan kir

Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng banga têkoşîna hevpar li Partiya Demokratên Sosyal (SPD) û Partiya Keskan kir.

Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng li paytexta Elmanya Berlînê axivî û diyar kir, ji bo guhertina desthilatdariyê ew amade ne bi berpirsyarî rabin. Kîppîng diyar kir, desthilatdarî bi têkoşîneke hevpar dibe û got, bi navê Partiya Çep ew ji vê yekê re amade ne.

Lîdera Partiya Çep bal kişand ser hilbijartinên Elmanyayê yên sala 2019'an û got, "Di vê pêvajoya hilbijartinên dîrokî de, em amade ne bi SPD û Partiya Kesk re têkoşîneke hevpar bikin." Kîppîng diyar kir, divê her sê partî li hev bicivin, li ser armancên desthilatdariya nû rawestin û got, "Ji ber berpirsyariya xwe ya li pêşberî dîrokê, li pêşberî mirovên di nava fikaran de ne û ji bo paşerojê divê em vê bikin."

Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng bi tundî rexne kir ku desthilatdarî, pere û agahî di destê beşeke biçûk a civakê de be û got, "Ji bo parvekirina bi wekhevî, pêwîstî bi guhertina hikumetê heye."

Hevserokê Partiya Çep Bernd Rîexînger jî got, "Ji bo Ewropayeke demokratîk û sosyalîst, hêvî ji aliyê çep ve tê. Partiya ku edaletê bîne Elmanyayê Partiya Çep e."

Li Elmanyayê wê îsal hilbijartinên 3 eyaletan, li gelek eyaletan jî hilbijartinên şaredariyê pêk werin. 26'ê Gulanê jî wê ji bo Parlamenta Ewropayê hilbijartin were kirin.