Partî û rêxistinên civaka sivîl ên Swêdê destek dane Guven

Rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Swêdê diyar kirin ku ew destekê didine Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, ketine greva birçîbûnê.

Şêwirmenda Herêma Uppsala ya Partiya Çepgir Neîl Ormerod, Endama Lijneya Rêveber a Forûma Navnetewî ya Partiya Çepgir Yekbûna Alp, Serokê Komîteya Hevgirtina Kurdistanê Benny Gustafsson bi rêya vîdeyê daxuyanî dan û xwestin ku daxwazên Leyla Guven û girtiyên din werin qebûlkirin.

'BILA TECRÎDA LI SER OCALAN, KU MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE, RABE'

Yekbûn Alp got Leyla Guven ji bo mafê mirovan, demokrasî û aştiyê jiyana xwe daniye holê û xwest ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku mifteya çareseriya aştiyane ye, were rakirin.

Alp got, daxwaza Guven daxwaza wan e jî domand, ''Em ê ti carî li dijî bêdadmendiyê bêdeng nemînin. Ji bo demokrasî, mafê mirovan û aştiyê girîng e ku em dengê xwe bidin bihîstin''.

Ormerod jî got li ser jiyana Leyla Guven taloke heye, diyar kir, ji bo ku Guven dawî li greva birçîbûnê bîne divê Tirkiye tecrîda li ser Ocalan rake.

'RÎSK LI SER JIYANA GUVEN HEYE'

Gustafsson jî got ew li pişt daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din ên grevên birçîbûnê ne, bi bîr xist ku li ser jiyana Guven rîsk heye, ew polîtîtîkayên şer ên Tirkiyê şermezar dikin û destekê didine têkoşîna Guven.