Parlementoya Îsraîlê xwe fesh kir, hilbijartin di 7’ê Îlonê de ye

Serokwezîr Benjamîn Netanyahû nekarî hikumeta koalîsyonê ava bike, parlementoyê biryara xwefeshkirinê da. Wê Îsraîl dîsa biçe ser sindoqan.

Parlementoya Îsraîlê şeva Çarşemê biryara xwefeshkirinê da. Piştî ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahû nekarî hikumeta koalîsyonê ava bike, ev biryar hate stendin.

Biryara parlementoyê di dîroka siyasî ya Îsraîlê de wekî krîzeke mezin tê dîtin û ji bo Netanyahû jî rewşeke giran derket holê. Partiya Netanyahû ya bi navê Lîkûd di hilbijartina 9’ê Nîsanê de bûbû yekemîn.

Ji ber ku Netanyahû nekarî  peymanê bi partiyên din re çêbike, wê hilbijêrên li Îsraîlê di 17’ê Îlonê de dîsa biçin ser sindoqan.

Netanyahû diyar kir ku di hilbijartinê de wê dîsa bibe namzet û ew ê partiya wî careke din bi ser bikeve.

Netanyahû di dawiya salên 1990’î de hate ser desthilatdariyê û di dîroka Îsraîlê de kesê yekemîn e ku ewqasî zêde dirêj li ser hikum e.