Parlementerên PE: Bila alîkariyên ji bo Tirkiyeyê were sekinandin

Li Parlementoya Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyeyê hate kirin. Di civînê de hate diyarkirin ku divê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û alîkarî were sekinandin.

Li Parlementoya Ewropayê bi navê “Li Behra Spî îstîkrar, ewlekarî û rola neyînî ya Tirkiyeyê” rûniştineke desteya giştî hate lidarxistin.

Di rûniştinê de polîtîkayên dagirker ên ku Tirkiye li Behra Spî ya Rojhilat û Lîbyayê bi zimanekî tund hate rexnekirin. Gelek parlementeran diyar kirin ku Tirkiye “rejîmeke otorîter e” û bila muzakereyên bi Enqereyê re were sekinandin. Bang hate kirin ku bila alîkariyên malî yên Neteweyên Yekbûyî jî were sekinandin.

Raportorê NY ê li Tirkiyeyê û parlementerê Îspanyol Nachos Sanchez-Amor diyar kir ku divê Tirkiye hurmetê nîşanî normên Ewropayê bide.

Serokê Koma Demokratên Xirîstiyan, parlementerê Elman Manfred Weber jî xwest ku bila dawî li muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re were anîn.

Li ser navê koma Renew a xwedî meyleke lîberal , parlementera Fransiz Nathalîe Loîseaû got ku, “Tirkiye li gorî nirxên Ewropayê tevnagere û bi dijminatî tevdigere”

Li ser navê Koma Komunîst (GÛE) parlementera Elman Ozlem Demîrel jî got, “Hûn mafdar in ku Tirkiyeyê rexne dikin, nexwe divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê.”

Endamê Koma Demokratên Sosyal, parlementerê Kibrisê Costas Mavrîdes jî rexne kir ku Elmanya çekan difiroşe Tirkiyeyê û got: “Tirkiye van çekan li dijî nirxên Ewropayê bi kar tîne.”