Parlementerê Swêdê Jens Holm: Divê tecrîd were rakirin
Parlementerê Partiya Çep ê Swêdê Jens Holm piştgirî da daxwazên Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye û xwest tecrîda li ser Ocalan were rakirin.
Parlementerê Partiya Çep ê Swêdê Jens Holm piştgirî da daxwazên Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye û xwest tecrîda li ser Ocalan were rakirin.
Parlementerê Partiya Çep ê Swêdê Jens Holm ê ku di navbera salên 2006-2009’an de parlementerê Ewropayê jî bû, bi peyameke bi dîmen piştgirî da parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye.
Holm diyar kir ku ew ji Stockholma sar silavên xwe ji Leyla Guven re dişîne û diyar kir ku Guven ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşe.
Holm got ku “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin” û bal kişand ser vî tiştî ku Partiya Çep piştgiriyê de dide HDP û Leyla Guven ên ku li Tirkiyeyê ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşin.