Parlementera ji Swêdê ji bo Leyla Guven bang kir

Parlementera Partiya Çep a Swêdê Ilona Szatmarî Waldaû got ku, “Daxwaza Leyla Guven, daxwaza min e jî.”

Parlementera Partiya Çep a Swêdê Ilona Szatmarî Waldaû xwest bila daxwaza parlementera HDP’ê Leyla Guven bi cih were ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Waldaû li ser medyaa civakî vîdeo belav kir û diyar kir ku Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 73 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Waldaû di peyama xwe de got ku, “Ez piştgiriya Leyla Guven dikim. Ez dixwazim daxwazên wê pêk werin. Daxwaza wê, daxwaza min e. Divê destûr were dayîn ku malbata Ocalan û parêzerên wî karibin biçin serdana wî.”