Parlamenterên PE'yê bi CPT re civiyan

Parlamenter Malîn Bjork a endama Parlamentoya Ewropayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd bi rayedarên CPT re civiya. Bjork ragihand ku ew helwesta CPT ji nêz ve dişopînin.

Endama Koma Çep a Yekbûyî/Çep a Kesk Bakur ji komên Parlamentoya Ewropayê (PE) parlamentera Swîsreyî Malîn Bjork bi CPT’yê re civiya ku CPT li dijî tecrîda li ser Ocalan di bêdengiyê de bi israre re.

Bjork, piştî hevdîtinê daxuyanî da û bal kişand ser helwesta CPT'yê ya ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê berevajî dike. Bjork, bilêv kir ku rayedarên CPT'yê ji wan re gotiye di nav daxwazên çalakgeran de 'azadiya Ocalan' heye, lê belê wan ji CPT'yê re gotiye daxwaza yekser ne ev e.

Bjork wiha got; “Li beramberî daxuyaniya CPT’yê me got bê guman daxwazekî wiha a gelê Kurd heye. Lê daxwaza çalakgerên grevên birçîbûnê ji CPT ew e ku ‘tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bike.”

Malîn Bjork got, rayedarên CPT diyar kirin ku di mijara tecrîdê de bi Tirkiyeyê re di nava peywendiyan de ne û li gorî pêwîstiya rêziknameya navxweyî nikarin n naveroka hevdîtinê eşkere bikin.

Bjork got; “Me ji CPT re ragihand ku  weke Koma GUE/NGL ew ê xebata CPT bişopînin û me daxwaz ji CPT kir ku demildest dawî li vî sûcê li dijî heq û azadiya mirovî li Tirkiyeyê tê kirin bînin.”