BI DÎMEN

Parlamenterê PE’yê Barrena: Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de referanseke polîtîk e

Endamê Parlamenta Ewropayê Pernando Barrena, Abdullah Ocalan weke ‘di qada navneteweyî de referanseke polîtîk’ pênase kir û got, divê Abdullah Ocalan azad be.

Ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê dîl tê girtin û ev nêzî 3 salan e tu agahî jê nayên girtin. Ji bo şikandina vê tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 3 sal in bi tu awayî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nake, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxuyaniyeke hevpar û bi dirûşmeya ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ li 74 navendên cîhanê kampanyayek hate destpêkirin.

Li dijî tecrîda mutleq û girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, di serî de CPT, sazî û rêxistinên navneteweyî ku ew dikarin selêdana Îmraliyê bikin, bêdengiya xwe didomînin. Ji bo pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’  piştgiriya beşên cuda yên civakî her ku diçe zêde dibe.

Pernando Barrena ê Parlamenterê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê derbarê şert û mercên tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan de ji ANF'ê re axivî.

‘EV TECRÎD KIRYAREKE DERMIROVÎ YE’

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayêyê Pernando Barrena bertekên xwe nîşanî şert û mercên tecrîda Îmraliyê da û got:’’Tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan, teqez dermirovî û neheqî ye. Êdî divê ev rewş bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaan ev 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin. Şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê di nav de gelekî ji standardên mafên mirovan dûr in.’’

‘SEPANEK E KU MÎNAKA WÊ NÎNE’ 

Barrena, da zanîn ku dewleta Tirk li dijî Abdullah Ocalan sepaneke ku mînaka wê nîne pêk tîne û wiha domand, “Şert û mercên ku Ocalan lê tê girtin, ji dervî mînakê Mandela ku ji aliyê rejima Apartheid ve hatibû dîlgirtin, li ti deverê cîhanê mînaka wê nîne. Di nava girtiyên dem dirêj ên Baskî jî rewşek wiha pêk nehatiye.”

‘GIRTINA DEMDIRÊJ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Barrena, destnîşan kir ku şert û mercên dirêj ên ragirtinê yên zêdeyî 25 salan ên Abdullah Ocalan di vê qonaxê de êdî nayê qebûlkirin û got, "Şert û mercên tecrîdê teqez rewşeke ku ji aliyê tevahiya mafên mirovan ên navneteweyî ve li dij tê derketin û redkirin e. Gelek kes li dijî cezayê darvekirinê ne. Lê divê lê bê zêdekirin ku; Cezayê muebbetê jî nayê qebûlkirin."

'ABDULLAH OCALAN LI QADA NAVNETEWEYÎ REFERANSEKE SIYASÎ YE’

Parlementerê PE’yê Pernando Barrena, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de weke referanseke siyasî pênase kir û wiha got, “Abdullah Ocalan di nav rêberên ku ji bo gelê xwe û cîhanê têdikoşin de referanseke siyasî ye. Abdullah Ocalan mirovekî ku ji bo azadî û aştiyê ji bo gelê Kurd têdikoşe ye. Her wiha paradîgmaya Birêz Ocalan û pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk, ji bo misogerkirina aştiyê ji bo siberoja me û rêzgirtina ji mafên gelê Kurd, xaleke destpêkê ya gelekî girîng e."