Parlamentera Keskan a Swêdê: Bila daxwaza Guven bê qebûlkirin

Parlamentera Keskan a Swêdê ya li Parlamenta Ewropayê Bodîl Ceballos xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Ceballos diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 76 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, cihê metirsiyê ye.

Ceballos peyamek bi dîmen weşand û got, "Eger weke ku Tirkiye îdîa dike, dewleteke demokrasî û hiqûqê bûya, wê pêwîstî bi greva te ya birçîbûnê nebûya. Eger demokrasî hebûya, tu yê ne li girtîgehê bûya û karê xwe yê parlamenteriyê bikira. Wê pêwîstî pê nebûya ku tu ji bo rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan têbikoşe. Di nava demokrasiyê de girtî dikarin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin. Li Tirkiyeyê demokrasî nîne. Ji ber vê yekê têkoşîna te mecbûrî ye. Ez ji ber tenduristiya te bi fikar im."