Ozel: Divê meşa Freîbûrgê pir bi heybet be

Meşa ciwanên enternasyonalîst gihişte bajarê Feîbûrgê. Hevserokê Meclîsa Freîbûrgê Halîl Ozel bang li Kurdistaniyên li herêmê dijîn kir ku sibe bi girseyî tevlî meşa Freîbûrgê bibin.

Meşa ku 5’ê Sibatê ji Hanaû ya Elmanyayê bi dirûşma ‘Komploya Navneteweyî Şermezarkirin û Ji Ocalan Re Azadî’ destpê kiribû, gihişte Freîbûrgê. Ji ber şewbê ku derbasî Strasboûrgê nebûn, meşvanên ji Elmanya, Kurd, Katalan û Spanyayê wê li bajarên xwe meşên xwe bi mîtîngên girseyî bi dawî bikin.

Meclîsa Gel a Freîbûrgê ku meşvan pêşwazî kir, amadekariyên ku wê ji bo meşa sibe bê lidarxistin, didome. Hevserokê meclîsê Halîl Ozel diyar kir ku hemû amadekarî qediyane û got: “Ji ber şertên heyî derbasî Strasboûrgê nabin. Ji bo wê jî em ê fînala meşê li vir bikin. Ji bo wê di serî de jin, ciwan û hemû gelê me yên li herêmê dijîn, vedixwînin meşa sibe ku bê lidarxistin. Divê meşa sibe ewqas bi heybet be ku ruhê Strasbûrgê bijîn. Bi girseyî dengê xwe bilind bikin.”

Ozel anî ziman ku wê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vela derbixin, ji bo wê bang li hemû gelê xwe yên li herêmê dijîn dikin ku bi gireseyî tevlî meşa bibin.