Operasyonên qirkirina siyasî li Dusseldorfê hatin protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li dijî saziyên jinan li bajarê Dusseldorfê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li dijî saziyên jinan ên li Amed û Agiriyê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî bi tevlîbûna Kurdistaniyan li pêşiya Dusseldorf HBF’ê pêk hat û belavoka bi zimanê Elmanî û Îngîlîzî hate xwendin. Çalakî bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê em bi hev re bin’, ‘Ji bo girtiyên siyasî azadî’, ‘Dîktator Erdogan, faşîst Erdogan’ û ‘ jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.