Nûnerên ji Îran û Rojhilat hatin serdana berxwedêrên Strasboûrgê

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 83’an de didome.

Greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 83’an de didome. Heta niha ji gelek bajarên Ewropayê nûnerên saziyên Kurdan û welatparêz hatin serdana çalakgeran.

Îro jî li ser navê Platforma Tevgerên Demokratîk a Gelên Îranê Bîjan Rencber, li ser navê Platforma Zagrosê Ramîn Zindî û nûnerên PJAK’ê yên Elmanyayê hatin serdana çalakgeran.

Li ser navê Platforma Zagrosê Ramîn Zindî diyar kir ku ji bo piştgiriya Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê ew hatine Strasboûrgê. Zindî ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê banga hevgirtinê kir.

Çalakger Kardo Bokanî jî diyar kir ku roj bi roj piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê zêde dibe. Bokanî bal kişand ser vî tiştî ku armanca wan ev e, tecrîd were şikandin.

Li ser navê Platforma Tevgerên Demokratîk a Gelên Îranê Bîjan Rencber jî diyar kir ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û  bal kişand ser vî tiştî ku ji bo serkeftina berxwedanê divê gel bi hev re têbikoşin.