Nûnerên Bakurê Sûriyeyê wê bibin mêhvanê Elysee yê

Piştî biryara DYA ya vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê û şûnde, 2 nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê wê roja Înê ji aliyê Serokkomarê Fransayê ve bên mêhvankirin.

Nûnerê PYD ê Fransa Xalîd Îsa ê ji AFP’ê re axivî, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar û Seroka Meclîsa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehemed wê bibin mêhvanê Qesra Elysee.

Îsa got: “Li bendê ye ku Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rîad Dîrar û Îlhan Ehmed biçin Parîsê.”

Qesra Elysee ragihand ku wê roja Înê her du nûneran li Parîsê bikin mêhvan.

Beriya niha Sibata 2015’an Serokkomarê Demê Françoîs Holland Hevserok PYD’ê Asya Abdullah û Fermandar YPJ’ê Nesrîn Abdullah û nûnerê PYD’ê yê Fransa Xalid Îsa bibûn mêhvanên Qesra Elysse.