BI DÎMEN

Nûnerên Arjantînî: Ji bo mezinkirina pêngavê niha hê zêdetir sedemên me hene

Çalakiya ji bo pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî” ku dihat plankirin li ber Parlamenta Arjantînê bê lidarxistin, ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hat betalkirin. Nûneran gotin, "Em pêngavê hîn mezintir bikin.”

Dihat plankirin ku çalakiya parvekirina encamên kampanya îmzeyan a 10 rojan a di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li Parlamenta Arjantînê bê lidar xistin. Lê belê cihê çalakiyê ya li parlamenta Arjantînê di kêliya dawiyê de ji aliyê Wezareta Karên Derve ve bêyî hincetekê nîşan bide, hat betalkirin. Li dû vê yekê li ber avahiya Parlamenta Arjantînê ya li paytext Bûenos Aîresê bi beşdariya parlamenterên Frente de Izquierda de los Trabajadores (FIT), nûnerên sendîkayan, bi dehan rêxistinên civakên sivîl û nûnerên tevgerên jinan ji bo şermezarkirina hevkariya dewleta Arjantînê ya bi dewleta Tirk re, daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Daxuyaniya çapemeniyê bi moderatoriya Mîrta Israel ku yek ji îmzekarên kampanyayê ye û endamê Panuelos en Rebeldîa ye.

Parlamenterên FIT'ê Vanîna Bîasî, Monîka Letîca Schlotthawer û Nîcolas del Cano yên beşdarî daxuyaniyê bûn daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a amade kirin xwendin û hevkariya Wezareta Karên Derve ya Arjantînê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

‘EM DI DÎROKA XWE DE CARA EWIL E RASTÎ TIŞTEK WIHA TÊN’

Endamê Panuelos en Rebeldía Mirta Israel, anî ziman ku ew îro (6'ê Kanûnê) ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re li hev civiyane. Mirta Israel got, "Ji ber astengiya Wezareta Karên Derve ya Arjantînê, çalakiya ku diviyabû me li hundir pêk bianîba, li ber avahiya parlamentê lidar dixin. Di dîroka me de cara yekem e ku em rastî tiştekî wiha tên. Tevî astengiyan jî em ê ji vir li ber deriyê parlamentê daxuyaniyên xwe bidin. Ev çalakî bûyereke ku ji bo daxwaza azadiya Ocalan ku 26 sal in di bin êşkence û tecrîdeke giran de tê girtin û azadiya gelê Kurd pêk tê. Ji ber piştgiriya parlamenterên Frente Izquierda (Eniya SSol) em kêfxweş in û em dixwazin guh bidin bertekên wan."

Parlementerên Eniya Çep jî nerazîbûn nîşanî astengiya çalakiyê dan gotin, “Ev sansur bi awayekî zelal destwerdanek li mafên demokratîk û daxwazên azadiyê ye. Niha li ser banga komîteya hevgirtina bi gelê Kurd re ya ji bo azadiya Ocalan û azadiya zêdetirî deh hezar girtiyên siyasî û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ku bi pêşengiya Erdogan hate pêşxistin jî hat diyarkirin ku parlementer nikarin vê çalakiyê li meclîsê lidar bixin.

‘EM VÊ SIYASETÊ RED DIKIN’

Weke parlamenterên Eniya Çep em dixwazin hevgirtina xwe ya bi têkoşînên azadî û mafên mirovan ên li dijî binpêkirina mafan a li hawira pevçûnê ya li Rojhilata Navîn tê meşandin re, ragihînin. Ji bo bidawîbûna şer û pêşketina lêgerîna çareseriya demokratîk em piştgiriya xwe radigihînin. Em ji vê derê bang li Birêz Serok dikin. Em her cure polîtîkayên sansur, biçûk xistinê û tepisandinê yên li dijî pêkanîna mafên demokratîk hatine pêşxistin, red dikin."

‘EV KAMPANYA LI QADA NAVNETEWEYÎ TÊ MEŞANDIN, DÊ NEKARIBIN DENGÊ ME BIBIRIN’

Ji parêzvanên mafên mirovan Carlos Lortkipanidse ku yek ji pêşengên rêxistina Cachîto Fûkman û yek ji pêşenga pêngava Azadî ji Rêber Apo re ye, di çalakiyê de axivî. Lortkipanidse, diyar kir ku têkoşîn wê li kolanan bê qezenckirin û wiha berdewam kir: "Wê nikaribin me bêdeng bikin! Li vir li kuçeyê em hemû dîsa li hev kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman û dengê xwe bilind dikin. Em ê ti carî bi van polîtîkayan netirsin. Ji vê derê weke Arjantînî em beşdarî kampanyayeke bi îmzeya zêdeyî 500 sazî û şexsiyetan bûn, ku di asta navneteweyî de hat meşandin, bi beşdariyeke xurt a hemû welatên Latîn Emerîkayê pêk hat. Ev kampanya xwedî karakterekî navneteweyî ye. Bi vê kampanyayê re me ji bo gelê Kurd daxwaza çareseriya siyasî û azadiya hevrêyê xwe Ocalan kir. 26 sal in girtî ye, mînakek wiha li cîhanê nîne.”

Endama Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan Marîha Elena Naddeo jî nerazîbûn nîşanî astengkirina çalakiyê da û got ku ev yek di heman demê de li dijî edalet û demokrasiyê ye. Marîha Elena Naddeo got, “Ez desteka Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan ji bo we radighînim. Dîsa ez dixwazim silavên rêxistina damezrîner a Dayikên Plazo de Mayo li vir parve bikim. Bi konferanseke gelekî watedar a ji aliyê CTA-Autonoma ve hat lidarxistin re me desteka xwe ji vê kampanyayê re anî ziman. Têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Jinên Kurd ku di dilê xwe de mezin bûye, nîşanî me daye ku li dijî fûrandîzmê divê em çawa têbikoşin. Bijî têkoşîna gelê Kurd, bijî têkoşîna jinên Kurd! Ji Ocalan re azadî, ji Ocalan re azadî!"

'JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ EM XWE BI HÊZTIR BIKIN’

Dîrektora Têkiliyên Navneteweyî yê CTA Autonoma Jûlîan Agûîrre jî got, “Ji bo dewamkirina vê kampanyayê û xurkirina wê, niha hîn bêhtir sedema me heye. Divê em bi biryardarî vê kampanyayê bidomînin û weke însiyatîfeke xurt bidomînin. Divê em xwe bixin pozîsyoneke ku azadiya Ocalan misoger bikin. Ocalan ne şexsekî bi tenê ye. Azadiya wî tê wateya azadiya tevahiya gelan."

'ERKA FEMÎNÎSTAN PARASTINA ŞOREŞA JINÊN KURD E'

Axaftina dawî ji aliyê aktîvîsta femînîst Claûdîa Korol ve hat kirin. Korol destnîşan kir ku rêya aştiyê ya li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e û da xuyakirin ku Rêber Apo ji bo rêya aştiyê her şêwe baweriyê dide. Claûdîa Korol got, "Parastina şoreşa jinên Kurd ji bo me femînîstan wezîfeyek e. Em behsa tu aştiyê nakin. Em behsa aştî û şoreşê dikin. Ew şoreşa ku em heyranî wê ne. Ew şoreş şoreşa vê sedsalê ye. Şoreşeke ku bi perspektîfeke nû azadiyê ava dike ye.Divê em hêz û hejmarên xwe zêde bikin. Divê em însîyatîfa xwe mezin bikin."