NUJ’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.
Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.
Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî (NUJ) û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) têkildarî qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn daxuyaniyek nivîskî weşand û qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.
Daxuyanî li ser malpera NUJ’ê hat weşandin. NUJ'ê di daxuyaniya xwe de piştgirî da banga IFJ'ê ya berê û bang li rayedarên Tirkiye û Iraqê kir ku ji bo ji faîlan hesab bê xwestin divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş ne êrîşa yekem e ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan tên hedefkirin.
Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê daxuyaniya Sekreterê Giştî yê IFJ'ê Anthony Bellanger jî cih girt. Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Bellanger, “Ev bûyer talûkeyên mezin ên li hemberî rojnamevanên li herêma pevçûnê dixebitin nîşan dide. IFJ, ji bo ewlekariya rojnamevanan mîsoger bike û berpirsên van sûcan hesab bide banga tevdîrên lezgîn dike.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 8’ê Tîrmehê de li herêma Şengalê ekîba Çira TV di encama êrîşa hewayî ya ÎHA’yê de hate bombekirin û di heman êrîşê de rojnamevan Mûrad Mîrza Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û rojnamevan Mediya Hisên jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de bang li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya girêdayî NUJ û IFJ'ê hat kirin ku têkildarî mirina rojnamevanên jin lêkolîneke berfireh bikin.