Nobedarên vê hefteyê endamên Komîteya Şehîdan e

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê pêk tê, vê hefteyê ji aliyê malbatên şehîdan ve tê domkirin.

Nobeda li ber Konseya Ewropayê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 7 sal in didome. Hefteya bihurî komeke ji bajarê Bremenê yê Elmanyayê nobedar bû. Ji Yekşemê û vir ve jî ji Elmanya û Swîsreyê endamên Komîteya Şehîdan, Hediye Çelîk, Rewşan Dîkkat, Tahsîn Turk, Abdurrahman Ateş ji bo azadiya Ocalan nobedar in.

Çalakgeren ku 14'ê Tîrmehe nobed dewr girtin, gotin berxwedêran di rewşa herî zor de ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi rengekî fedaî dest li pêvajoyê dane. Çalakgeran gotin, şehîdên pêşî yên Kurdistanê ne nû ne û heta ku azad bibe wê şehîd bidomin.

Li ser navê komê Tahsîn Turk got, rewşa girtîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin, heta ku gelê Kurd bi Ocalan re bi azadî nejî ev çalakî wê bidomin. Turk bi bîra rayedarên CPT xist ku tecrîd didome.

Komîteya Şehîdan li gel berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Diyar Xerîb Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ku 5'ê Tîrmehê bi erîşa hewayî şehîd bûbû bi bîr anîn.