Nobeda azadiyê di hefteya 400’î de ye

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê nobeta azadiyê hatibû lidarxistin. Ev nobed di hefteya 400’î de didome.

Çalakiya nobeda Azadî ji Ocalan re ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrga Fransayê, bi tevlêbûnên nû didome. Vê çalakiya nobedê ketiye hefteya 400’î û koma ji bajarê Montpellîerê ya Fransayê ev nobed wergirtine. Di vê komê de Cevat Guneş, Azad Şirnex, Haydar Çewlik û Bakî Alça hene.

Li ser navê komê Cevat Guneş diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojeke reş e û ji bo xwedîlêderketina Ocalan Kurd li her dera dinyayê têdikoşin.

Guneş bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd 8 sal vê çalakiyê didomîne û got ku, “Bila kes ji me nexwaze ku em Rêbertîya xwe ji bîr bikin. Em ê her dem girêdayî Rêbertîya xwe bin.”

Çalakiya Nobeda Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû. Li qada çalakiyê avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Parlementoya Ewropayê heye.