Nobeta azadiyê di hefteya 388’an de bi biryardarî didome

Çalakiya nobeta ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) di hefteya 388’an de bi biryardarî didome.

Li bajharê Strasbourg a Fransayê, li pêşiya KE’yê nobeta azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke her carê wê hefteyê jî ji aliyê komekî din we dewr hate girtin. Di hefteya bihurî de ku komek ji bajarê Heilbornn a Elmanyayê nobet girtibû ser xwe vê hefteyê jî Kursitaniyên bi navê Seadet Kuran yê ji bajarê Bern ê Îsvîçreyê, Erhan Aktay û Zeydîn Argin yên ji bajarê Strasbourgê dewr girtin.

Kurdên welatparêz yên li Strasbourgê hin rojan destekê didin çalakgeran.

‘HETA KU RÊBERTIYA ME AZAD BIBE EM LI WIRIN’
Di daxuyaniyê de ku li ser navê komê hate dayin de hate gotin çalakiya ku ew 8 sal in didome, rexmî hewaya baran û sar jî wê bi biryardarî bidome. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo Rêbertî wê ti carî ji çalakiya nobetê gav bi paş ve neyê avêtin, ji ber ku çawa ku PKK dîroka berxwedanê ye em ê jî weke wanê ku ji wê mîrateyê tên li ber xwe bidin.”
Di daxuyaniyê de ku 42’emîn sala têkoşînê ya PKK’ê hat silav kirin, ji wan gotinan re cih hatibû dayîn “Soza me ji bo ew ên PKK ava kirine û yên berxwe didin heye, heta Rêberê me azad nebe em ê li ber xwe bidin.”
Nobeta azadiyê ya li pêşiya KE’yê 25 Tîrmeha 2012’an dest pê kiribû. Çalakiya nobetê ji wê dîrokê heta niha bênabver didome.