Nobedarên vê hefteyê koma ji Frankfurtê ye

'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasbourgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê dewam dike.

Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasoburgê yê Fransayê dest pê kir di hefteya 481'ê de ye.

Çalakî li qadekê pêk tê ku saziyên Ewropayê hemû li derdora wê ne û her hefte ji aliyê komeke cuda ya Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê dewamkirin. Nobedarên hefteya 481'ê jî Firat Vûral, Taylan Guven û Fatîh Yagan ên ji bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê ne.

Firat Vural bi navê komê axivî û diyar kir ku bi rêya vê çalakiyê ku 10 sal in dewam dike, gelê Kurd israra xwe ya ji bo azadiyê nîşan dide, lewma ev çalakî dîrokî ye.

Firat Vural ragihand ku ji komploya navneteweyî û vir ve dewleta Tirk bi tecrîd, qirkirina siyasî, dagirkerî û komkujiyan bi ser gelê Kurd ve tê, Ewropa jî piştgiriya van kiryaran dike û got, "Hêza ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê ava kiriye Ewropa ye. Li dijî siyaseta komployê ya Ewropayê, ev îrade wê teqez bi ser bikeve."

Vural destnîşan kir ku daxuyaniyên bi rengê 'em bi guman in' ên saziyên Ewropayê, ku têkildarî konsepta şer a dewleta Tirk dide, nîşan dide ku naxwazin çareseriyeke mayinde bê afirandin û got, gelê Kurd bi rêya vê çalakiya nobedê ya dîrokî, hevkariya sûc a Ewropayê eşkere dike.

Bi dewamî Firat Vural bi bîr xist ku pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ya ku 12'ê Îlona 2020'î li dijî tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê hate destpêkirin salekê li pey xwe dihêle û destnîşan kir, pêngavê nîşan da ku kes nikare berxwedana gelekî rêxistinbûyî têk bibe.

Firat Vural got, gelê Kurd wê li her cihî bi rengekî rêxistinbûyî tecrîdê bikişîne û paşeroja azad teqez biafirîne.