Çalakgeran hefteya 343'an ên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' Bêrîvan Talay, Kahraman Çelîkçel, Mûstafa Tûzak û Oktay Akaslan, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin û piştgirî dan berxwdêran.
Berdevka komê Bêrîvan Talay bi navê çalakgerên nobedê axivî û li dijî tecrîdê bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyan bibe. Talay got, "Banga me li gelê me ye; em rabin ser piyan, dest bidin hev û Rêberê xwe ji nava tecrîdê rizgar bikin."
Talay anî ziman, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina 40 milyon Kurdî ye û got, xwedîderketina li Ocalan wê faşîzma AKP'ê têk bibe.
Talay diyar kir, eger gelê Kurd ranebe ser piyan wê wiha bke û got, "Eger em winda bikin, wê gelê Kurd ê ji 40 milyon Kurdî ye winda bike. Eger em bi ser bikevin wê gelê Kurd bi temamî bi ser bikeve." Talay destnîşan kir, azadiya Ocalan azadiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn hemûyan e.