Nobeda li Strasbourgê di hefteya 651'ê de ye
Nobeda ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbourgê dewam dike di hefteya 651'ê de ye.
Nobeda ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbourgê dewam dike di hefteya 651'ê de ye.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin di hefteya 651'ê de ye.
Çalakgerên vê hefteyê 3 welatparêz; Hanîfî Keklîk, Denîz Erkilinç û Asmîn Sila Ozkaytan e. Berdevkê komê Hanîfî Keklîk daxuyaniyek da û got, "Em zanin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me Parlamenta Ewropa û CPT wezîfeya xwe bi cih nînin. Weke gelê Kurd em li Ewropayê û hemû herêmên Kurdistanê balê dikişînin ser vê mijarê. Em hişyariyê didin dewleta Tirk; gelê Kurd ê ku sed sal in hûn wan qir dikin, qetil dikin ti carî serî netewandiye, wê serî netewîne."
IŞARET BI DAGIRKERÎ Û QIRKERIYÊ HATE KIRIN
Çalakgeran her wiha bang li Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê kirin, bal kişandin ser komkujiya li Rojava û gotin, "Gef li têkoşîna jiyana bi hev re ya gelê Kurd, Ermen û Xiristiyan tê xwarin. Li ber çavên mirovan komkujî tê kirin. YPG û YPJ li Ewropayê weke rêxistina terorê nayên dîtin, dewleta Tirk a faşîst weke rêxistina terorê dibîne."